• Monday, 09 February 2026
logo

Li Qersê şer derket: Leşkerek mir, 2 leşker jî birîndar bûn

Li Qersê şer derket: Leşkerek mir, 2 leşker jî birîndar bûn
Li navçeya Qaxizman a Qersa Bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û di encamê de leşkerek hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor medya Tirkiyê, li herêma Çemçeyê ya navçeya Qaxizmana Qersê yekîneyên komando yên Tirkiyê operasyonek pêk anîn. Di dema operasyona komandoyên Tirkiyê de şer derket.

Di encama şerî de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û birîndar bi helîkopterê bo Navenda Lêkolînên Bijîşkî ya Zanîngeha Kafkasyayê hatin veguhestin.

Li nexweşxaneyê tevî midexaleyên tendirustî leşkerekî tirk can da û proseya dermankirina herdu leşkerên din berdewam e.

Herwiha hat ragihandin ku di encama şer de 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

PKKê heta niha derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

Basnews
Top