• Monday, 09 February 2026
logo

Mistefa Kazimî: Mafê xwepîşandanên aştiyane parastîne

Mistefa Kazimî: Mafê xwepîşandanên aştiyane parastîne
spasiya civata bilind ya dadweriya Îraqê kiriye
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li ser rûpela xwe ya twitterê peyamek bi her sê zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî belav kiriye.

Kazimî di peyama xwe de spasiya civata bilind ya dadweriya Îraqê kiriye ku di encama destpêşxeriyeke bilez de hijmarek parêzer û xwepîşander ku duhê hatibûn girtin azad kirine.

Kazimî di beşeke din ji peyama xwe de nivîsandiye: Dixwazim ji we re bêjim ku li gor destûra Îraqê mafê xwepîşandanên aştiyane parastîne.
Top