• Monday, 09 February 2026
logo

Wezareta Perwerdeya Iraqê biryara dawiyê derbarê xwandina îsal de da

Wezareta Perwerdeya Iraqê biryara dawiyê derbarê xwandina îsal de da
Wezareta Perwerdeya Iraqê biryara dawiyê derbarê proseya xwandina îsal de da.

Îro 19.05.2020ê wezareta perwerdeya Iraqê bi beyanameyekî ragehand, desteyek li wezaretê bi serokatiya wezîrê perwerdê Elî Hemîd ve civiya û biryar derbarê xwandina îsal de da.

Biryar hemû parêzgehên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê jî li xwe digre. Wezareta Perwerdê biryar da proseya xwandinê ya 2019 - 2020ê bi dawî bike û hejmarên nîvê sale yanî demsala yekem bo derbas kirinê anjî di derbasnebûnê dê bê hesibandin.

Herwaha ew xwandevanên hejmara wan a demsala yekem ango nîvê salê ji hemû wane û dersan ketibin jî dikarin bi ezmûnan ve derbas bibin.

Basnews
Top