• Monday, 09 February 2026
logo

NY, daxwaza bi dawî kirina şerê navxwe yê Sûriyê li Amerîka û Rûsyayê dike

NY, daxwaza bi dawî kirina şerê navxwe yê Sûriyê li Amerîka û Rûsyayê dike
Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) yê karûbarên Sûriyê daxwaza danûstandinên Amerîka û Rûsyayê bo bi dawî kirina şerê navxwe yê Sûriyê dike.

Nûnerê NYê yê karûbarên Sûriyê Geir O. Pedersen di civîneke encûmena asayîşa navnetewî de ragehand, heta naha gelek derfet bo milmilaneya çekdarî guhertina bi milmilaneya siyasî hebûye lê ji dest hatiye dan.

Geir Pedersen daxwaz ji desthilatiya Amerîkayê û Rûsyayê kiriye, danûstandin bo çareser kirina şerê navxweyê Sûriyê bikin, ku ew yekem daxuyaniya NYê ye derbarê rola serekî ya Amerîka û Rûsyayê di zelal kirina rewşa Sûriyê de.

Basnews
Top