Bakûr – Li Wêranşarê du malbatan li hev dan, 8 kes birîndar bûn
Duhî li bajarê Wêranşar yê Bakûrê Kurdistanê, di navbera du malbatên xizmên hev de şer derket û bi dar û keviran li hev dan.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de ku polîs bi zorê da sekinandin, 8 kes ji her du aliyan birîndar bûn.
Tê gotin ku wan malbatan li ser zevî li hev dane.
Bajarê Wêranşarê girêdayî parêzgeha Rihayê ye.
Basnews
