• Monday, 09 February 2026
logo

Silêmanî- 9 kesên din bi Koronayê ketine

Silêmanî- 9 kesên din bi Koronayê ketine
Êvara roja yekşemê 17.05.2020an Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav ki û di wê daxuyaniyê de da zanîn 9 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê parêzgeha Silêmaniyê hatin tomakirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di berdewamiya pişkînin û lêgerina gumanbarên Koronayê de li Silêmaniyê 9 berketiyên nû hatin tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji wan 6 zilam in û 3 kesên din jî jin in.

Herwiha 8 ji wan pêketiyên Koronayê xelkê Silêmaniyê ne û yek jî niştecihê nahiyeya Bazayanê ye.

Ligor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Kurdistanê, heta niha 413 kes bi vîrusa Koronayê ketine 385 kes baş bûne û 5 kesan jî koça dawî kiriye.

Basnews
Top