Iraq- 144 kesên din bi Koronayê ketine
Îro roja yekşemê 17.05.2020an di daxuyaniyekê de Wezareta Tendirustiya Iraqê da zanîn di dema 24 saetên dawî de144 berketiyên din ê Koronayê hatine destnîşankirin. Herwiha 92 kes jî baş bûne Herwiha heta niha jimara nexweşên gihiştiye 3.404 kesan.
Di beşeka din a daxuyaniyê jî de Wezareta Tendirustiya Iraqê daye zanîn heta niha 2.218 nexweş baş bûne û 123 nexweşan jî ji ber Koronayê koça dawî kirine.
Basnews
