Lîsteya Biratiyê: Şiyana hêzên Iraqê ya parastina Kerkûkê tine ye
Serokê lîsteya biratiyê li encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal ji basnewsê re ragehand, rewşa Kerkûkê piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe.
Mihemed Kemal ragehand, ew hêz û milîsên li Kerkûkê ne, hêz û şiyana wan a kontrol kirina bajar tine, temamê bajarê Kerkûkê bi hemû bajarok û nahyeya Reşad, Riyaz, Hewîce û Daqûqê ve di bin metirsiyên cîdî de ne û rojane xelk lê tên kuştin û tên revandin.
Serokê lîsteya biratiyê li Kerkûkê amaje bi hebûna çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê parêzgehê kir û ragehand, dema serokwezîrê berê Heyder Ebadî serkeftina li hember DAIŞê ragehand, ‘’Bi şeqam û rêyên qîr de hatibû Kerkûkê.’’ Û mile din ê şeqamê nedîtibû ku tejî ye li DAIŞê.’’
Mihemed Kemal ragehand, hikûmeta Iraqê baş dizane ‘’Rewşa Kerkûkê xirabe û rojane DAIŞ êrîş dike. Pêwîste bi hemahengiya li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve seqamgîriya wan navçeyan bê parastin. Ji ber hêz û milîsên Iraqê bi tenê nikarin parastinê li Kerkûkê bikin.’’
Basnews
