SANA: Çekdarên DAIŞê ji zîndanê reviyan
Îro roja 17.05.2020an Ajansa Sûrîyê ya Nûçeyan SANAyê got çekdar ji zîndaneka nêzîkî kampa Holê reviyan, cihê ku bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê û herwiha bêşûnûwarbûyên Sûriyê û penaberên Iraqî lê dimînin.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat(HSD) Mervan Qamîşlo jî heman nûçe ragihand.
Li Rojavayê Kurdistanê niha bêhtirî 24 girtîgehan bi rê ve dibin, ku dora 10,000 çekdarên DAIŞê lê dimînin.
Di nav wan de 2,000 çekdarên biyanî hene, ku welatên wan wergirtina wan red dikin. Ji wî du hezarî jî 800 çekdar Ewrupî ne.
Qamîşlo got Hêzên HSDê 4 ji wan çekdarên reviyayî girtin û hîn li yên mayî jî digerine. Wî nasnameya çekdarên reviyayî diyar nekir.
Demekê berê vê mehê hin girtiyên DAIŞê di zîndaneke bajarê Hesekê de serî hildan û zîndan bo çend demjimêran kontrol kir, Hêzên kurdî dawî li serhildana çekdarên DAIŞê anîbûn.
Basnews
