• Monday, 09 February 2026
logo

Li Amerîkayê hejmara nexweşên koronayê milyonek û nîv derbas kir

Li Amerîkayê hejmara nexweşên koronayê milyonek û nîv derbas kir
Hejmarê nexweşên koronayê li Amerîkayê 1 milyon û nîv derbas kir û ji wê hejmarê jî zêdetir ji 90 hezar kesan jî ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Amerîkayê, li wî welatî heta niha 1 milyon û 507 hezar û 773 kes bi vîrusa koronayê ketine ku 23 hezar û 488 kes di maweyê 24 demjimêrên derbasbûyî de bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine.

Ji wê hejmara ku heta niha li Amerîkayê tûşî vîrusa koronayê bûne, 90 hezar û 113 kesan canê xwe ji dest dane û 339 hezar û 232 kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê yekem pêketiyê bi vîrusa koronayê 15ê Kanûna Duyem a îsal hat tomarkirin û niha li hemû wîlayetên Amerîkayê nexweşên koronayê hatine destnîşankirin û zêdetirîn haletên pêketina bi koronayê jî li wîlayeta New Yorkê hatine tomarkirin.

Amerîka di ware pêketina bi vîrusa koronayê de li ser asta cîhanê di pileya yekem de ye û piştî Amerîkayê jî di pileya duyem de Îspanya û di pileya sêyem de Rûsya tê.

Li ser asta cîhanê, heta niha 4 milyon û 721 hezar û 846 kes bi vîrusa koronayê ketine, 313 hezar û 260 kesan bi vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane û milyonek û 812 hezar û 157 kes jî baş bûne.

Hejmara rûniştvanên Amerîkayê 330 milyon û 764 hezar kes e. Heta niha pişkinîn bo 11 milyon û 949 hezar û 625 kesan hatiye kirin, wate ji her yek milyon kesî li Amerîkayê pişkinîn bo 36 hezar û 127 kesan hatiye kirin.

Rudaw
Top