DAIŞ, balafirên bê balefirvan li dijî Heşdî Şeibî bikartîne
Îro 17.05.2020ê ragehandina desteya Heşdî Şeibî ragehand, çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê êrîş kirine ser binkeyekî milîsên Heşdî Şeibî ya li gundê Seidun a li sînorê bajarê Xaneqînê.
Li gor daxuyaniya ragehandina Heşdî Şeibî, DAIŞê di wê êrîşê de balefira bê balefirvan bikaraniye.
Piştî xiyaneta 16ê cotmehê 2017ê, Heşdî Şeibî Xaneqîn û hemû navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê dagir kirin û ji ber şiyana wan jî têr nake çekdarên DAIŞê li wan navçeyan dest bi tevger û kiryarên terorîstî kirine.
Basnews
