Li Hesekê agir bi dukanên bazarekê ket
Peyamnêra K24ê da zanîn, îro danê sibê agir bi hejmarek dukanên bazara Hemewiyê ya Hesekê ket û di encamê de dukaran bi temamî şewitîn û ziyanên mezin ên madî bûn.
Bazara Hemewiyê ku dikeve beşa di destê rêjîma de ye, li gor zanyariyên ketine destê peyamnêra me, agir ji ber şorteke elektirîkê rû daye.
Diyar kir jî, piştî tîmên agirkuj û hêzên berevaniya sivîl karîn agir vemirînin.
K24
