Xelkê gundên Mûsilê ji ber hebûna DAIŞê gundên xwe vala dikin
Berpirsê lijneya PDKê li parêzgeha Mûsilê Elî Milhim ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gelek kesan malên xwe ji gundan anîne nav parêzgeha Mûsilê, ji ber ku gef û metirisya DAIŞê heye li ser gundên Mûsilê û bi taybet jî li aliyê Geyare û Hezer û Beacê tevgera DAIŞê zêde bûye. Heta naha jî gelek rewşên êrîşê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve pêkhatine bo ser gund û cîhên leşkerî û ev yek bûye metirsî bo hemwelatiyan, lewra jî xelk gef dixon ku gundên xwe vala bikin.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Tirsa xelkê gundên Mûsilê di vê çendê de ye ku careke din terorîstên DAIŞê wek sala 2014ê vegerin. Naha xelk gelek ji vê yekê ditirsin. Bi taybet jî piştî terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Zilhefe ya ser bi nahyeya Şore ya nêzîk Geyare ya ser bi parêzgeha Mûsilê kirin û muxtarê gund jî birîndar bû.’’
Basnews
