Serokwezîrê Îtalyayê: Divê em metirsiyên rakirina tedbîran qebûl bikin
Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku dest bi cîbicîkirina qonaxa duyem a rakirina tedbîrên koronayê dikin û got, rê bi vekirina xwaringeh, kafe, kompanya û herwiha cihên din ên giştî didin.
Serokwezîrê Îtalyayê da zanîn ku çalakiyên aborî û kulturî û herwiha vekirina kompanyayan li Îtalyayê metirsiyên belavbûna vîrûsa koronayê zêdetir dikin lê ji bo vejandina aboriya welatê xwe divê van metirsiyan qebûl bikin.
Li gor plana hikûmeta Îtalyayê, ji roja Duşemê ve xwaringeh, kafe û bar tên vekirin û herwiha çalakiyên kulturî jî tên kirin, hefteya dahatû jî melevangeh û navendên werzişê tên vekirin û 3ê Hezîranê jî geştên esmanî bo navxwe û derdora Îtalyayê dest pê dikin.
Li Îtalyayê heta niha 225 hezar kes bi koronayê ketine, 123 hezar kes baş bûne û 31 hezar û 763 kesan jî bi vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.
Rudaw
