• Monday, 09 February 2026
logo

Di navbera endamên Komeleya Zehmetkêşan de şer derket

Di navbera endamên Komeleya Zehmetkêşan de şer derket
Di navbera komela Zehmetkêşanê Kurdistanê de şer derketiye û kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê Rûdawê li sînorê Qeza Soran ragihand ku li çiyayên Dola Rustê ya Balakayetî di nav komeleya Zehmetkêşan de şer derket.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê di encama wî şerî de pêşmegeyekî canê xwe ji dest da û yekê din jî birîndar bû.

Serperştiyarê Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê , Osman Xelîl ji Rûdawê re ragihand, heta negihiştine cihê bûyerê û sedema derketina şer nizanin.

Osman Xelîl diyar kir ku li gor zanyariyên wan, kesekî teqe kiriye û bi wê sedemê kesekê canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Rudaw
Top