Seroka firaksyona PDKê: Bexda behaneya zêdebûna karmendan li Kurdistanê digire
Parlementera kurd û seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê behaneya wê yekê digire ku hejmara karmend û mûçexorên Kurdistanê gelekî zêde ye ji ber wê jî ew nikarin tevahiya mûçeyê wan bişînin. Ew behane ne di cihê xwe de ye û durist nîne.
Viyan Sebrî her wiha got, Bexda dibêje emê tenê mûçeyê 686 hezar kesan bidin. Eger wisa be mûçeyê malbatên şehîdan, hêzên Pêşmerge û girtiyên siyasî nayê hesibandin! Ev jî nayê qebûlkirin.
Seroka firaksyona PDKê da zanîn, Bexda behsa zêdebûna karmendên Kurdistanê dike lê bi xwe jî her sal bi hezaran kesên nû îstixdam dikin û hejmara mûçexorên wan çend caran ji yên Kurdistanê zêdetir e.
Viyan Sebrî behsa hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî jî kir û ragihand, ew hêvîdar in di hikûmeta Kazimî de arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê bên dayîn û garantîkirin.
Basnews
