• Monday, 09 February 2026
logo

Li Brezîlya heta naha ji ber vîrusa korona zêdetirî 15 hezar kesan can daye

Li Brezîlya heta naha ji ber vîrusa korona zêdetirî 15 hezar kesan can daye
Li Brezîlyayê ji ber vîrusa korona ya nû ya Covid – 19ê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane her diçe zêde dibe û ji 15 hezar kesan derbas kir.

Li gor malpera Globo.com, ku nûçeya xwe spartiye çavkaniyên wezareta tenduristiya Brezîlyayê, 24 demjimêrên borî de 845 kesên din jiyana xwe ji ber heman vîrusê ji dest dane û hejmara kesên ku ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheştiye 15 hezar û 662 kesan.

Hat ragehandin 24 demjimêrên borî de li Brezîlyayê 15 hezar û 288 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa korona li wî welatî geheştiye 233 hezar û 511 kesan.

Brezîlya welatê ku li cîhanê herî zêde pêketiyên vîrusa korona lê heyî di rêza pêncem de ye.

Basnews
Top