• Monday, 09 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyeyê du welatiyên sivîl qetil kir

Artêşa Tirkiyeyê du welatiyên sivîl qetil kir
li gundeke nêzî Serê Kaniyê hatine kuştin
Li gor zaniyariyên berdest leşkerên Tirk li Serê Kaniyê du welatiyên sivîl kuştine.

Duhê danê êwarê dema du welatiyên sivîl dixwestin ji Reqa derbazî Serê Kaniyê bibin, leşkerên Tirk yên li gundê Qeşka êrîşî ser wan kirine û ev her du welatî di encama êrîşê de canê xwe ji dest dane.

Navê ev her du welatiyan Mihemed Xidir Husên û Ziyab Elî ye.
Top