Li Kerkûkê 119 post ji Kurdan hatine stendin
Merîwan Nadir, Endamê Parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, “heta nêzikî 2 sal berî niha, piraniya postan di destê Kurdan de bûn, lêbelê piştî ku desthilat li parêzgariyê di destê Kurdan de nema, vê care bi navê vegerandina hevsengiyê heta niha rêveberekî giştî, nêzikî 119 post hatine guhertin û bi Ereb û Tirkmenan hatine dayîn.”
Merîwan Nadir dibêje, “Li gel wan guhertinên hatine kirin, dikarim bibêjim di fermangehên Kerkûkê de dibe ku hê jî Kurd piranî bin, lêbelê ew post gelek hestyar nînin ku di destê Kurdan de mane.”
Herwiha Emîd Serhed Qadir, Rêveberê Berê yê Polîsê Qeza û Nahiyên Kerkûkê, ji Rûdawê re ragihand, “Kurdan li Kerkûkê bi dehan postên girîng ji dest dane, di nav wan de, Rêveberiya Îstîxbareta Kerkûkê, Rêveberiya Ewlehiya Niştimanî ya Kerkûkê û Rêveberiya Polîsê Qeza û Nahiyan ku her sê girîng in û taybetmendiyên xwe hene. Ew post jî niha ji aliyê Ereb û Tirkmenan ve tên birêvebirin.”
Rêveberê Berê yê Polîsê Qeza û Nahiyên Kerkûkê tekez dike, “Bi dehan binkeyên polîs ên din niha hemû bi xelkê netewên din hatine dayîn, vê dawiyê jî Rêveberiya Karûbarên Eşîran jî ji Kurdan hat stendin û bi Ereban hat dayîn.”
Ew 119 postên ku li Kerkûkê ji Kurdan hatine stendin; 52 postên emnî, 22 postên tendirustî, 11 berpirsên beşan li Rêveberiya Giştî ya Tendirustî, 18 postên îdarî û 16 postên din.
Postên îdarî ku ji Kurdan hatine stendin; parêzgar, Serokê Encûmena Parêzgehê, Qayimqamê Navendê, Qayimqamê Xurmatûyê, Qayimqamê Daqûq, Rêveberê bajarokê Dûbizê, Rêveberê Cotkariya Kerkûkê, Rêveberê Saylo, Rêveberê Avê û çend postek li kompaniya petrolê ya Bakur.
Postên emnî ku ji Kurdan hatine stendin; Rêveberê Polîs, Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyan, Rêveberê Îstîxbaretê, Berpirsê Liqa Asayişa Niştimanî.
Rudaw
