DAIŞê polîsekî Iraqî û 4 çekdarên Heşd kuştin
Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand, di êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser baregeheke polîsan li qezaya Ducêl li parêzgeha Selahedîn de, polîsek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Da zanîn jî, di êrîşeke din li ser gundê Meyte li bakurê Diyala de jî, 4 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî, şekeftên li başûrê Hezer li parêzgeha Neynewayê bombebaran kir, li gor zanyariyan jî 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Demek e Çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyên Iraqê dikin, bi taybet li navçeyên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.
K24
