Li Rûsyayê 119 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Desthilatên Tenduristiyê yên Rûsyayê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 9 hezar û 200 kesan bi vîrusa Koronayê ketine. Herwiha 119 kesan jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî jî, hejmara kesên li Rûsyayê bi Koronayê ketine gihîşt 272 hezar û 43 kesan, ji wan jî 2 hezar û 573 kesan canê xwe jidest dane.
Navenda Operasyonên Hikûmî ya Rûsyayê jî belav kir, heta niha zêdetir ji 48 hezar kesî ji Koronayê baş bûne.
Rûsya bi hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê gihîştiye Ispanya ya di pileya duyem de tê, lê rêjeya mirina bi wê vîrusê li Rûsyayê kêmtir e.
