DAIŞê li Xaneqînê êrîşî 2 gundên Kurdan kir
Li sînorê Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê du gundên Kurdan, Mubarek û Mêxas kirin û di encama wê êrîşê de, 3 kes birîndar bûn ku birîna kesekî ji wan dijwar e.
Berpirsê Komîteya Mêxas a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Xelîl Daraxan ji Rûdawê re ragihand, ku êrîş şeva bihorî 14ê Gulanê hatiye kirin û got: "DAIŞê êrîşî ser gundê Mubarek kir û sê kes birîndar bûn, birîna yek ji wan kesan dijwar e û ji bo Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Xaneqînê hatine şandin."
Berpirsê Komîteya Mêxas a herwiha da xuyakirin: "Çekdar nêzîkî gundê Mêxasê bûne û nîştecihên gund teqe li wan kirine, hevdem li nav gundê Mubarek jî dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin, zirarên teqînê nayên zanîn."
Şaneya Ragihandina Ewlekaryê ya Iraqê jî piştrast kir, ku di êrîşê de muxtarê gundê Mubarek jiyana xwe ji dest daye.
Hinek çavkaniyên din behsa wê yekê dikin ku DAIŞ gundê Mubarek kontrol kiriye, lê ev yek nehatiye piştrastkirin.
Gundê Mubarek dikeve başûrê rojavayê Xaneqînê û 4 kîlometran ji navenda Xaneqînê ve dûr e.
Ew demek e ku liv û tevger û herwiha êrîşên DAIŞê li navçeyên nakok ên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de zêdetir bûne. Bi taybet jî li navçeya Xaneqînê di van demên dawiyê de çekdarên DAIŞê gelek êrîş pêk anîne.
Rudaw
