Mithat Sancar: Deshilat dijminatiya Kurdan dike
Hevserokê HDPê, Mithat Sancar îro înê 15ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de li Enqerê, li dijî danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê nerazîbûneke tund nîşan da û diyar kir, “hikûmeta Tikriyê bi danîna qeyûman bi zelalî dijmintiya Kurdan dike.”
Sancar got: “Hikûmet bi siyetsa xwe ya qeyûman dijminahiya kurdan dike. Qeyûm mînaka herî zelal û tund a dijminatiya kurdan e. Piştî ku dest danîn ser şaredariyen me, hikûmetê gefên xwe yên li ser şaredariyen CHPê zêde kirine. Hikûmet dixwaze bi gefa qeyûman şaredariyên CHPê jî terbiye bike.”
Mithat Sancar dibêje jî, ew dê li hember wan siaysetên hikûmeta Tirkiyê hemû rêyên demokratîk bişopînin û tekez kir, divê raya giştî ya Tirkiyê jî alîkariya wan bike.
Hevserokê HDPê tekez kir, ku ne HDP û ne jî gelê Kurd xwe li hember wan siyaset û zextên hikûmeta Tirkiyê naçemînin û destnîşan kir: “Em li dijî vê hikûmetê berxwedanên didin û li ser piyan in. Hemû dinya dizane HDP xwe naçemîne û gelê Kurd beramberi zextan paşde gav nahavêje. Em bi hemû rêyên demokratîk berxwe didin û têkoşînê dikin. Em li dijî siyaseta şer rawestin û em dê aştiyê bînin vî welatî. Dê ev rijdbûna me, demokrasî û aştiyê bîne welatê me. Barê demokrasî û aştiyê divê ne tenê ser milê Kurdan û HDPê be, dîsan em bang dikin, werin em ba hev bin û bi hev re tekoşînê bikin.”
Di beşeke din a konferansa xwe ya rojnamevanî de, Mithat Sancar daxwaz ji raya giştî û aliyên din ên Tirkiyê kir, ku li dijî siyaseta hikûmetê ya danîna qeyûman derkevin û da zanîn: “Em ji destpêkê ve hişyarî didin raya giştî û dibêjin mijara qeyûman tenê pirsa gelê Kurd nîne. Ger hûn wisa bibînin hûn dê bixapin. Hikûmet bi siyaseta qeyûman dixwaze hişmendiya xwe ya faşîzmê li seranserê Tirkiyê belav bike. Ji ber vê yekê divê em hevkariya hev bikin û bi hev re li dijî destdanîna ser şaredariyên me derkevin. Gere m pêştir bihatibana bal hev, îro ev tişt rû nedidan.”
Daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDPê piştî wê yekê hat, ku îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, qeyûm li ser sê şaredariyên Sêrt, Hawêl û Misriceyê hatin danîn û serokên wan şaredariyan ji kar hatin dûrxistin.
Rudaw
