Çek û hêzên Amerîkî li Sûriyê
Binkeya Hîmo li rojavayê Qamişlo û binkeya Ti Beyder, li ser Rêya Navdewletî ya M-4, li nêzîkî bajarê Til Temir, 35 kîlometran Hesekê ye û binkeya durêya Hittîn, ku dikeve navbera herdu bajarên Amûdê û Hesekê.
Li ser rêya Til Birak jî, ku di navbera Hesekê û Qamişlo de ye, hêzên Amerîkî bicih bûne. Berê jî binkeyên wan hêzan, li Rimêlan, Swêdiyê, Şedadê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hebûn. Herwiha li zeviyên xaz û petrolê yên Konîko, el-Tenek û el-Omer li rojhilatê Dêre Zorê hene.
Li sê-goşeya sînorî ya navbera Sûriyê, Urdin û Iraqê, binkeya el-Tenef, ku ji mezintirîn binkeyên Amerîkî ye li Sûriyê. Hejmara hêzên Amerîkî li wan binkeyan nêzîkî 600 leşkerên Amerîkî ne, ew jî li gorî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ku ragihandiye, hêzên Amerîkî li Sûriyê ji nêzîkî hezar leşkerî daketiye 600 leşkerî.
Çekên Amerîkî li Sûriyê
Ji bilî çekên ku di destê hêzên Amerîkî de hene, çekên Amerîkî di destên HSDê de jî hene. Ji wan çekan: Helîkopter, otomobîlên Humvî û Hummer, zirîpoşên giran ji corê Kûgar, zirîpoşên ji corê (4x4 Oş Koş M-ATV), bombavêjên (MK19).
Sîstema rokêtên giran ên li dijî tankan: (BGM-71 TOW) û (FGM-148 Javelin) û (FIM-92 Stinger).
Herwiha tivingên ji corê (M4 Carbine) û tivingên M16.
Li gorî zanyariyên Navenda Himêmîm a Rûsî li Sûriyê, ji destpêka 2020an ve, 13 karwanên leşkerî ji Iraqê derbasî Sûriyê bûne, ku 300 barhilgir 80 zirîpoşî, di nav de hebûn.
Medyaya Amerîkî jî ragihandibû ku nêzîkî 4 hezar û 100 parçeyên çekên Amerîkî li Sûriyê winda bûne û bihayê wan parçeyan nêzîkî 715 milyon dolarî nirxandiye.
19 Cotmeha 2014an yekem karwanê çekên Amerîkî gihişte destê YPGê, di şerê li dijî DAIŞê de, li Kobaniyê. Ew alîkarî ji 24 ton çek û derman pêk hatibû.
10 Cotmeha 2015an HSDê hate damezrandin û piştî 48 seatan ji damezrandina HSDê, 50 ton çek û teqemenî gihiştin destê wan hêzan û wiha berdewam kir.
Çileya 2017an, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, li Reqayê, yekemîn karwanê çekên giran û zirîpoşan gihişte destê HSDê.
Meha Tîrmeha 2017an, Amerîka 909 barhilgirên çekên giran û zirîpoşan şandine navçeyên di destê HSDê de.
20ê meha 1ê sala 2017an 120 otomobîlên zirîpoş ên Hummer ji bo operasyona li dijî DAIŞê li Dêre Zorê, ji HSD re şandin.
Rudaw
