Heme Reşîd Heres: Dûrketina navendî daxwazekî bi şermînî ya ji bo parçe kirina Kurdistanê ye
Heme Reşîd Heres di tora xwe ya civakî de bi serenava Dûrketina Navendî (Têkdana Xetan) belav kir û dibêje: ‘’Ev meseleya dûrketina navendî, îro li kanalan de bûye rojeveke balkêş, hema wisa tenê ser ziman nîne û pêngavek wisa ye ku di rewşeke herî baş de daxwazek bi şermînî tê kirin û bo parçekirina Kurdistanê ye. Bahaneyên erênî yên ji bo dûrketina navendî tên dîtin, wê tîne bîra min ku aqlê zarokan diceribînin (Tiliya xwe dixin dewê zarokan de gelo ka ew zarok dê fêmbike gez bike yan na)
Heme Reşîd Heres di berdewama gotara xwe de babeta daxwaza dûrketina navendî girêdide bi dijatiya doz kurd û dibêje: ‘’Ezmûneke netewekî hatî tepisandin û xwedî her cure dijmin, dixwazin parçe parçe bikin. Ev kare her çawa be mirov lê bifikire tê wateya ku dijatiya doza kurd zêdetir ne ti tiştek e.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Kurdistan xwe li ber tiştê waha nagre. Me xwe heta naha ji Iraqê qutkiriye û em ji navendê dûrketine. Xêre dûrketina navendî nav dûrketina navendî de tê daxwaz kirin.’’
Dawiyê de jî dibêje: ‘’Ev plane xuya dike ku bi ti awayekî nakeve nav çarçoveya netewiyetê. Ew netewiyeta ku her destverdan lê bê kirin, xeletiyek dîrokiye û baca wê kurmê rêzkirina bedena kurdayetiyê ye.’’
Basnews
