şerê navbera PKKê û Arteşa Tirkiyê av û elektrîka bajarokê Kanî Masî ya qeza Amêdiyê û 76 gundên din qut bûye
Li bajarokê Kanî Masiyê arteşa Tirkiyê bingeheke PKKê bombebaran kir û ji ber vê yekê xeta 33 KV ya elektrîka niştimanî ya di navbera Kanî Masiyê û Amêdiyê de hate birîn.
Xelkê navçeyê jî ji ber şer û bombebaranan bêzar û dilagiran in.
Ayişe Ehmed nîşteciha gundê Dêrişkê li nahiyeya Kanî Masiyê ye. Ji ber dengê topbaranên Tirkiyê yên bo ser derdora gund, ji serê sibehê ve ji xew rabûye û zarok û neviyên xwe li derdora xwe kom kirine û nahêle ji mal derkevin, lê belê ew di nava mal de jî bê av û elektrîk mane.
Ayşe Ehmed ji Rûdawê re dibêje: “Em bi dengê gullebaranê hişyar bûn, bi dengê topan û reşaşeyan. Şer bû, şerekî mezin bû. Em jî ji xew rabûn, ji tirsa ve. Em çûne ber derî lê em careke din vegeriyan bo nav xanî, ma em dê çi bikin. Me çi xweşî nîne, hemû qexta şer in, hemû wexta nexweşî ne. Em nizanin ka çi bikin, Remezan e, ne elektrîk heye û ne av, em dê çi bikin vê Remezanê bê av û bê elektrîk.”
Du kîlometran dûrî gundê Dêrşikê, li derdora gundê Baruxê jî ku bi tenê 2 km ji navenda Kanî Masiyê dûr e, sibeha roja Pêncşembê şer di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de derket.
Li wan gundan û li deverê bi giştî, ji ber tirsa şer û pevçûnan, hatinûçûna di nava kolanan de jî kêm bûye, û eger karekî gelek pêwîst nebe, welatî ji mal dernakevin.
Cemîl Salih, nîştecihê gundê Baruxê jî dibêje: “Ya tirsê belê wele em ditirsin, em çawan natirsin, em ji malbatên xwe ditirsin. Em berdewam heye, her roj e. Bi şev û roj halê me ev e.”
Herman Birhan nîştecihekî din ê gundê Barux e, ew jî dibêje, ji ber bombebaran û pevçûnan, jiyan li gund û deverê nemaye.
Ji ber aloziya roja Pêncşemê, av û elektrîka Kanî Masiyê û 76 gundên wê qut bûne û li gor rewşa emnî ya deverê, zehmet e ku di demeke nêzîk de tora av û elektrîkê li deverê bê çakkirin.
Rêveberê Elektrîka Duhokê, Xalid Salih di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “Heqîqet, li vê deverê rê çiyayî ne, li aliyê Kanî Masiyê jî, tîm pê ve mijûl in, eger ço arîşeyên mezin nebin ji aliyê emnî ve, em dê îro pirsgirêkê çareser bikin.”
Ji destipêka îsal ve bi sedema bombebaranên Tirkiyê bo ser bargehên PKKê, li sînorê parêzgeha Duhokê welatiyekî canê xwe ji dest daye û kesekî din jî birîndar bûye.
Rudaw
