Li ser 3 şaredariyên HDPê qeyûm hatin danîn
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku Seroka Şaredariya Sêrtê, Berîvan Helen Işik, Serokê Şaredariya Hawêlê Ramazan Sardilmaz û Serokê Şaredariya Misirceyê Baran Akgul ji kar hatin avêtin û li cihên wan qeyûm hatin erkdarkirin.
Waliyê Sêrtê, Ali Fuat Atik jî ragihandiye, ku qeymeqamên wan navçeyan wek qeyûmê şaredariyan hatine erkdarkirin.
Li gor daxuyaniya Walî, Qaymeqamê Hawêlê Mehmet Tunç û Qaymeqamê Misirceyê Îhsan Emre Aydın li şûna şaredarên HDPyî yên ji kar avêtî, wek qeyûm hatine destnîşankirin.
Herwiha hat ragihandin, ku hersê şaredarên HDPê yên ji kar hatine avêtin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, 65 şaredarî bi dest xistibûn ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin bûn. Lê belê heta niha bi hincetên wek piştgîkirin û alîkariyên bo rêxistina terorê 43 şaredarî ji dest HDPê hatine derxistin û li ser wan şaredariyan qeyûm hatine danîn.
Rudaw
