• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Mamoste hertim di eniyê pêş ya berevanî kirin ji mafên reva yên gelê Kurdistanê de bûne

Mesrûr Barzanî: Mamoste hertim di eniyê pêş ya berevanî kirin ji mafên reva yên gelê Kurdistanê de bûne
dibêje erkê Mamosteyan gelek pîroze
Bi minasebeta 58mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Serokwezîrê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta 58mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok, endamên Sekretariye û tevahiya endamên yekîtiya Mosteyên Kurdistanê dikim û hêviya serketinê bo wan dixwazim.

Mamosteyên Kurdistanê di warê pêgehandina zarokên Kurdistanê de roleke diyar û berçav lîstine û di şoreşên Kurdistanê de jî bi awayeke çalak beşdar bûne û hertim di nava sengera berevanî kirin ji mafên reva yên gelê Kurdistanê de bûne.

Hikûmeta herêma Kurdistanê rola Mamosteyên Kurdistanê bilind dinirxîne, ku rixmî tevahiya rewşên dijwar, berdewamin li ser bexşîş û domandina karwana perwerdehî û bi cîh anîna erêkên xwe yên pîroz de, ji ber vê yekê hikûmeta Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo xizmet kirina Mamoste û geşe pêdana prosesa perwerdehiyê li herêma Kurdistanê de bi tevger dike.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
Top