• Monday, 09 February 2026
logo

Trump: Sepandina sizayên li Çînê vedikolin

Trump: Sepandina sizayên li Çînê vedikolin
Serokê Amerîka radigihîne, projeya senator Lindsey Graham a sizadana Çînê li ber destê wî ye û dê lêkolînê li ser dike.

Senatorê Komarî Lindsey Graham projeyeke sizayan li ser Çînê amade kiriye û pêşkêşî Serokê Amerîka kiriye û tê de daxwaz dike, heger Çînê raporteke hûr derbarê belavbûna vîrusa Koronayê pêşkêş neke, siza li ser bêne sepandin.

Di wê derbarê de, Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ew rêzê li Lindsey graham digire û dê projeya wî ya sepandina sizayan li ser Çînê bixwîne.

Amerîka Çînê tometbar dike, ku zanyariyên derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de ji Amerîka veşartine.

Ji aliyê xwe ve jî, welatê Çînê wan tometên Amerîka yên behsa veşartina zanyariyên taybet bi Koronayê dikin, red dike.

Di destpêka belavbûna vîrusa Koronaya nû COVID-19 ve, Serokê Amerîka Donald Trump û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ew vîrus bi “vîrusa Çînî” binav kiribûn.



K24
Top