• Monday, 09 February 2026
logo

Tenduristiya Silêmaniyê zanyarî derbarê pêketiyê nû yê vîrusa korona de aşkera kir

Tenduristiya Silêmaniyê zanyarî derbarê pêketiyê nû yê vîrusa korona de aşkera kir
Cîgirê rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê hûrgiliyên derbarê pêketina hemwelatiyekî bajarê Silêmaniyê bi vîrusa korona aşkera dike û radigehîne ku, malbata wî hemwelatiyê tê gotin hatine karantîna kirin û heta naha jî nayê zanîn çima û çawa bi wê vîrusê ketiye.

Cîgirê rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Selîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew hemwelatiyê bi vîrusa korona ketiye, temenê wî 50 sale û rûniştvanê taxa Kurdsat a bajarê Silêmaniyê ye. bixwe jî nizane ji çi ve bi wê vîrusê ketiye. Wî hemwelatiyi serdana mizgeftê kiriye û dibe ji kesên din vergirtibe. Naha malbata wî jî hatine karantîna kirin û dibe îro êvari encamên testan bên belav kirin.’’

Herwaha got: ‘’Çend rojek berî naha ew hemwelatiye serdana mizgeftê kiriye, em ne li gel wê yekê bûn deriyên mizgeftan bên vekirin. Mekke û Medîne bi wê pîrozbahiya xwe ve heta naha deriyên mizgeftan nevekirine. Lê xelkê me derveyî wê yekê ku daxwaza vekirina deriyê mizgeftan dikir, lê dema ku xelk pêl bi pêl bi vîrusa korona diketin, li pêş deriyê mizgeftan kom dibûn û nimêj dikirin. Ji ber wê naha em nikarin bo parastina jiyana hemwelatiyan deriyên mizgeftan daxin. Ji ber xelk dê lomeyan li me bike û gotinên nexwaş dê bikin. Em nikarin wek berê tevdîran jî tund bikin.’’

Dr. Hêriş Selîm got: ‘’Pêketina wî hemwelatiyi bi vîrusa korona ji me re dibêje, metirsiyên vîrusê xilas nebûne. Lê em berdewam testan bo hemwelatiyan dê bikin û li benda biryara wezareta tendusitiyê bin, bo ku rêkarên nû bo parastina hemwelatiyan li korona vergirin’’

Basnews
Top