• Monday, 09 February 2026
logo

PKKê li Başûrê Kurdistanê êrîşî binkeyeke leşkerên Tirkiyê kir

PKKê li Başûrê Kurdistanê êrîşî binkeyeke leşkerên Tirkiyê kir
Gerîlayên PKKê li sînorê bajarokê Kanî Masiyê êrîşî binkeyeke serbazî ya Tirkiyê kirin û di navbera herdu aliyan de şer derket. Ji ber şerê navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de zirar gihîşt xeta veguhastina elektrîka niştimanî ya 33 KV a di navbera Amêdî û Kanî Masiyê de û ev xeta elektrîkê hat qutkirin.

Rêveberê bajarokê Kanî Masiyê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, “êrîş îro demjimêr 07:30 serê sibehê li navçeya Baroxê ya li nêzîkî bajarokê Kanî Masî çêbûye.”

Rêveberê Kanî Masiyê diyar kir, “şerê navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê bo dema saetekê dom kir.”

Serbest Sebrî daxuyakirin, ji ber şerê navbera herdu aliyan zirar gihîşt xeta veguhastina elektrîka niştimanî ya 33 KV a di navbera Amêdî û Kanî Masiyê de û ev xeta elektrîkê hat qutkirin û niha hemwelatiyên Kanî Masiyê bê elektrîk mane.

Derbarê zirarên herdu aliyan di êrîşa îro de, Rêveberê Kanî Masiyê destnîşan kir: “Em nizanin zirarên herdu aliyan çend e, lê belê elektrîka deverê qut bûye û tirs û dilgiraniyek mezin di nava xelkê herêmê de belav bûye.”

Êrîşa gerîlayên PKKê bo ser binkeya hêzên Tirkiyê li bajarokê Kanî Masiyê di demekê de ye, ku dê seven bihorî topxaneyên Tirkiyê navçeyên Berwara Bala topbaran kirin. Şeva bihorî jî çend gulleyên topê li nêzîk gundê Kêste ketin ku di encamê de zirarên maddî gihîşt hejmarek malbatên li wî gundî.

Bi hinceta hebûna baregehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Tirkiye bi berdewamî bi topxane û balafirên xwe yên şer wan navçeyan topbaran û bombebaran dike.

Li sînorê qezaya Amêdiyê jî heta niha ji bilî zirarên maddî 23 hemwelatiyên sivîl di êrîşên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane

Rudaw
Top