• Monday, 09 February 2026
logo

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê: Dibe korona wek AIDSê daîmî bimîne

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê: Dibe korona wek AIDSê daîmî bimîne
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî radighîne ku eger heye Covid-19 wek AIDSê daîmî ligel mirov bimîne û pêdivî bi hewldaneke mezin heye bo rûbirûbûna wê vîrusê.

Berpirsê Cîbicîkar ê Bernameyê Rewşên Lezgîn ê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê Dr. Mike Ryan di civîneke çapemeniyê ya online de got: “Bi baweriya min divê em rastbîn bin û bawer nakim kesek hebe bizane ka kengî ev vîrus bidawî dibe.”

Mike Ryan amaje bi wê yekê dide ku ne dema ji navçûna vîrusa koronayê heye û ne jî peymanek. Mike dibêje, welatan heta astekî korona kontrol kirine, lê eger vaksîn jî bo nexweşiyê hat dîtin, hêj pêdivî bi hewldanên mezin heye daku bi tevahî ew vîrus were kontrolkirin.

Niha li labaratûran zêdeyî 100 vaksîn li ber dest in, lê heta niha ti bersiveke zindî li ba wan vaksînan nebûye bo jinavbirina koronayê. Ji sala 1986an ve, wê dema yekem rewşa AIDS hat tomarkirin û heta 2019ê di navbera 23.6 milyon heta 43.8 milyon kes bi AIDSê mirine, nêzîkî 98 milyon kes jî pê ketine.

Ji Kanûna 2019ê û heta 13ê Gulana 2020ê 4 milyon û 408 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û 296 hezar û 814 kes jî bi wê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top