Kiliçdaroglu: Em dê piştevaniya partiyên Davutoglu û Babacan bikin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu amadebûna partiya xwe ji bo piştevaniya Partiya Paşeroj a bi serokatiya Ahmet Davutoglu û Partiya DEVA ya bi serokatiya Alî Babcan nîşan da.
Rojnamevanê Yenîçagê Orhan Ugurlu diyar kir ku, Kiliçdaroglu gotiye eger biryara hilbijartinê were dayîn, CHP amade ye ji Partiya Paşeroj û Partiya DEVA re bibe alîkar ku bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin.
Li ser pirsa “Di hilbijartineke pêşwext de weke wê alîkariya ÎYÎ Partiyê kirî, hûn dê piştevaniya Partiya DEVA û Partiya Paşerojê jî bikin?” Kiliçdaroglu got: “Bê guman ji bo demokrasiyê em dê piştevaniya wan bikin. Em ji bo vê yekê dixwazin benda hilbijartinê were rakirin. Divê li parlamentoyê nûnertiya hemû partiyan hebe.”
Di hilbijartinên 2018an de, ji bo ÎYÎ Partî bikare li parlamentoyê koma xwe ava bike û beşdarî hilbijartinan bibe, bi fermana Kemal Kiliçdaroglu, 15 parlamenter ji CHPê derbasî ÎYÎ Partiyê bibûn.
Rudaw
