• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bingeha Laliş dîrokeka beçav heye li paraztina Keltûra Êzdî

Mesrûr Barzanî: Bingeha Laliş dîrokeka beçav heye li paraztina Keltûra Êzdî
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi boneya salroja damezirandina bingeha Laliş, peyameka pîrozabehîyî belav kir û têde ragehand, bingeha Laliş dîrokeka berçav heye li paraztina keltûra Kurdî û bi taybetî paraztina keltûr û tîtalên civakî û rewşenbîrî ya Êzdî.

Ev jî deqa wê peyama serokê Hikumetê ye:

Peyama serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi boneya damezirandina bingeha Laliş.

Bi boneya 27emîn salroja damezirandina bingeha Laliş, pîrozbahîyeka gerim li serok û endamên bingehehê û tevaya xwîşk û birayên Êzdî dikim û hêvîdarim di kar û çalakîyên xwe de tim serkevtî bin.

Bingeha Laliş dîrokeka berçav heye li xizmetkirina Kelturê Kurdî û bi taybetî paraztina Keltur û tîtalên civakî û rewşenbîrîya Êzdî. Destxweşî û piştîvanîyê li hewl û mandîbûna endamên bingeha hewe dikim û hêvîya berdewamî û pêşkevtinê bi hewe dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

12/5/2020

K24
Top