Robînsonê Mêrsînê 15 salin bi tenê di şikeftan de dijî
Zekaî Firatê 65 salî, 15 sal in di vê şikeftê de dijî. Ji qelabalixê dûr, di nav siruştê de. Heta vê temenê xwe nezewicîye. Dibêje di mala bêkesan de navê wî tomarkirî ye, lê ew naxwaze li wir bimîne û xwe avêtiye nav siruştê.
ji civakê, pêwendiyên mirovan, qelabalixê reviyaye. dibêje, ji bo jiyanê, stareyek biçûk, çend dar û ber bes in. Tu li ku derê dijî ne girîng e, ya girîng tu çawa dijî. Lê eger malekî di nav baxçe de bidin jî nabêje na.
Zekaî Firat got: Ya rastî bêjim, eger malekî bi baxçe hebe, wek vê derê be, ez dikarim biçim. Lê baxçe nebe, ez nikarim bimînim. Divê ez tenê bim. Ji bo min herî girîng siruşt e. Dema mirov di nav siruştê be, jiyan xweştir e. Tu li ku derê dijî ne girîng e, ya girîng ew e tu çawa dijî. Ez nikarim li cihê qelebalix bimînim. Li serê çiyê, kunek weha biçûk, çend dar û hewaya paqij, ji bo min baştir e."
Şaredarariya Mêrsînê, piştî lêkolînên dîtina kesên herî hejar, xwe gihand Zekaî û hin kelûpelên xwarin û Pêwîstiyên sereke dan wî. Di nav de xurak, tiştên paqijiyê û pêdiviyên sereke hene.
"Şaredariya me ji bo hejaran kelûpelên paqijiyê, şîr û xurak belav dike. Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrsînê fermana dîtina kesên herî hejar daye. Em jî bi armanca başkirina rewşa jiyana wan alîkarî dikin. Me dît ku pêwîstiya Kak Zekaî jî heye. Îro jî li gor derfetan me hin kelûpelên alîkariyê bo wî anîn."
Zekaî Firat, ji hêl xelkê deverê ve wek Robînson tê binav kirin. Di van 15 salan de, li tenişt şikefta xwe baxçeyek mezin çÊkiriye û ji niha ve porteqal û lîmon li ber pêgihiştinê ne. Her weha li zevî jî sewze çandine ku bi keda wî mezin dibin.
Ew her çend ji civakê dûr be jî, gundên derdor wî ji bîr nakin û carînan serdana wî dikin. lê ew xwe ji her cure pêwendiyan dûr dixe û behsa serpêhatiya xwe, jiyana xwe ya berê nake.
K24
