Rojava- Qedexeya çûnûhatinê hate dirêjkirin
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de, qedexeya derketina derve heta dawiya bêhinvedan a Cejna Remezanê dirêj kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye, qedexe ji demjimêr 7ê êvarê û heta 6ê sibehê ye û di demên din de jiyan asayî ye. Welatî dikarin, ligor rênimayên tendirustiyê karên xwe bikin. Di berdewamiya qedexeyê de, fermangehên rêveberiyê, dibistan, zanîngeh û dergehên sînorî girtî dimîn in.
Rêveberiya Xweser ragehandiye, ji ber dû haletên berketiyên vîrusa Koronayê li Hesekeyê derketin, ev biryar wî bajarî li xwe nagire û rêveberiya Cizîrê rêkarên pêwîst û li gor rewşa Hesekeyê distîne.
Basnews
