• Monday, 09 February 2026
logo

2 welatiyên Kurd li Xaneqînê hatin kuştin

2 welatiyên Kurd li Xaneqînê hatin kuştin
Derengê şeva bûrî 2 welatiyên Kurd ji gundekî Xaneqînê ji aliyê çend çekdaranve hatin revandin, îro jî termên wan herduyan kuştî hatin dîtin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, derengê şeva bûrî çend çekdaran 2 welatiyên Kurd ji gundê Mêxas revandin, yek ji wan muxtarê gund e.

Jêderekî ji Polîsa Xaneqînê ji K24ê re ragihand, herdu welatî cotkarên Kurd in û dema pale dikirin, ji aliyê çend çekdaran ve ku tê gûmankirin çekdarên DAIŞê bin hatin revandin.

Ev di demekê de ye, şeva bûrî dexl û danê cotkaran li heman gundî hatibû şewitandin.

Demek e çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyan dikin, bi taybet li navçeyên parêzgehên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.

K24
Top