• Monday, 09 February 2026
logo

Kurdistan: Qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de hat dirêjkirin

Kurdistan: Qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de hat dirêjkirin
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi biryarekê qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehan de dirêj kir.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê, bo dema heftiyeke din hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, qedexeya hatinûçûnê di navbera parêzgehên Başûrê Kurdistanê de ji îro 11 Gulanê ve heta 18ê Gulanê berdewam dibe.

Wezareta Navxwe herwiha diyar kiriye, qedexeya hatinûçûnê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de jî berdewam dibe û tekez kiriye, dê rê bi wan welatiyên Kurdistanê ku ji ber qedexeya hatinûçûnê li parêzgehên Iraqê asê mane, were dank u vegerin Herêma Kurdistanê, bi mercekê ku pişkinîna koronayê ji wan re bihê kirin û dê heta derketina encama pişkinînê bêne kerentînekirin.

Li gor daxuayniyê, asankarî bo wan kesan tê kirin ku fermanberên hikûmetê ne li parêzgehên Mûsil, Kerkûk û Diyale ku hevsînorê Herêma Kurdistanê ne û nîştecihê Herêma Kurdistanê yan wan parêzgehan in, ji bo ku bikarin rojane di navbera cihên karkirin û nîştecihbûna xwe de bi berçavgirtina rêkarên tendirustî hatinûçûnê bikin.

Di daxuyaniyê dederbarê deriyên sînorî û herwiha balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê de jî hatiye gotin, ku herdu balafirxane dê girtî bimînin û herwiha hatinûçûna geştyar û rêwiyan li tevahiya deriyên sînorî yên Perwîzxan, Başmax, Hacî Omeran, Ser Zêrê, Seyranben, Kêlê, Tewêle, Pişte û Şûşmê girtî dimînin û bêyî razîbûna Wezîrê Navxwe rê bi ti kesî nayê dan ku vegere Herêma Kurdistanê û eger rê jî hat dan, dê li parêzgeh an wê îdareya ku lê nîştecih e, were kerentînekirin.

Herwiha herdu deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Başmaxê di herdu rojên Duşem û Pêncşemê de û ji saet 08:00ê sibehî ve heta saet 20:00 şev ji bo vegera wan welatiyên Herêma Kurdistanê ku li Îranê asê mane, vekirî dibin.

Têkildarî deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl jî, wezaretê ragihandiye ku di herdu rojên Duşem û Pêncşemê de û ji saet 08:00ê sibehî ve heta saet 20:00 şev derî tenê ji bo vegera welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê vekirî dibe.

Rudaw
Top