Li Îraqê 88 kesên din tûşî Koronayê bûn
Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di 24 demjimêrên burî de 88 kesên din li Îraqê tûşî Vayrosa Koronayê bûne. Li Bexda (66) kes, li Besra (8) kes, li Mîsan (11) kes, li Dîyala (1) kes û li Zîqar jî (2) kes.
Herweha di wê ragehandinê de hatîye ku di 24 demjimêrên burî de 2 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane li bajarê Bexdayê hevdem jî 32 kes bi temamî ji ewê Vayrosê çêvebûne. 23 kes li Bexda, 5 li Besra, 1 li Kerbela û 3 kes jî li Duhokê.
Hejmara giştî ya tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Îraqê gehişte 2,767 haletan. Ji evê hejmarê 108 kesan canê xwe ji dest dane û 1,734 kes jî ji nexweşîya Vayrosa Koronayê bi temamî çêvebûne û 924 kes jî hêj li nexweşxaneyan mane.
K24
