• Monday, 09 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê: Destê dewletan di kirîna erd li Şingalê heye

Qaymeqamê Şingalê: Destê dewletan di kirîna erd li Şingalê heye
Qaymeqamê qeza Şingalê diyar kir, îro dê lêkolînê li ser kirîna erd li Şingalê destpê bikin û dê dosyaya kirîna erd ji hemwelatiyên Şingalê bo desteya destpakiyê bê rêkirin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her karekî bi rêyên ne qanûn û zagonî ve bê kirin, nav Şingalê de wî karî napejirînin. Îro 10.05.2020ê dê lêkolîn li ser kirîna erdê Şingalê bê kirin. Dê dosya ji aliyên peyvendîdar ve ji desteya destpakiyê re bê şandin. Ji ber her kirîn û firotinek erd bê kirin, pêwîste rêveberiya tapoya Şingalê agahdar be jê. Xelkê Şingalê qebûl nake kirîn û firotin bi erdê wan bê kirin. Hin kes li ser xaniyan dinivsînin ev xanî heciz kiriye. Kirîna erd bi hevkarî û piştevaniya hin dewletan ve tê kirin û li dijî xelkê Şingalê tê kirin. Armanca wan ew e guhertina demografî li Şingalê pêkbînin.’’

Mehma Xelîl got: ‘’Destên dewletan di vê mijarê de heye. Hin dewlet piştevaniyê dikin bo kirîna erd li Şingalê, ku guhertina demografiyê li Şingalê pêkbê. Her rêkeftinek kirina li ser erdê Şingalê ne qanûnî ye û nayê pejirandin. Ew kirîna erd li Şingalê bi rêya dewletên cîran ve pêktê.’’

Basnews
Top