• Monday, 09 February 2026
logo

Daxwaza xwepîşandanê li dijî Tikiyeyê tê kirin

Daxwaza xwepîşandanê li dijî Tikiyeyê tê kirin
dibêje lazime Tirkiye û cîhadî ji deverê werin derxistin
Fermandarê Tûgaya Şoreşgerên Idlibê dibêje lazime xelk li dijî Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê dest bi xwepîşandanên berfire bikin û wan ji deverên xwe der bixin.

Fermandarê tûgaya Şoreşgerên Îdlibê Eskender Ela ji ajansa anhayê re diyar kiriye ku jiber hebûna artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê rewşa Îdlib, Bakûrê Sûriyeyê û hin deverên din gelek aloze, xelk nikare bi asanî jiyana xwe ya rojane bidomîne.

Eskender Ela herwiha eşkere kiriye ku Tirkiye dixwaze bi rêya wan cîhadiyan û dagîrkirina axa Sûriyeyê bi taybetî li Bakûrê Sûriyeyê, alozî û nakokiyên li Sûriyeyê û deverê bidomîne lewre eger şêniyên wan deveran, daxwaza aramiyê, aştiyê û jiyaneke birûmet dikin lazime beriya her tiştekê dest bi xwepîşandanên berfire li dijî Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bikin û wan ji deverên xwe biqewitînin.
Top