• Monday, 09 February 2026
logo

Serdozger daxwaza betalkirina sizayê Demîrtaş dike

Serdozger daxwaza betalkirina sizayê Demîrtaş dike
Serdozgerê Dadgeha Bilind xwest sizaya zîndaniya hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş were betalkirin.

Serdozgeriya Dadgeha Bilind da xuyakirin, axaftinên hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, di çarçoveya azadiya hizr û ramanê de ne û mafê xweparastinê jî hatiye astengkirin.

Selahedîn Demîrtaş, piştî biryara azadkirina ji doza ku hatibû girtin, bi 4 sal û 7 meh sizaya zîndaniyê hat sizadan. Li gor yasayên Tirkiyeyê, sizayên jêr pênc salan, beyî ku Dadgeha Bilind erê bike tên cîbicîkirin û Demîrtaş zêdetirî 3 sal û heft meh in di zîndanê de ye.

Serdozgerê Dadgeha Bilind got, heger Dadgeha Bilind, daxwaza Serdozgeriyê di cîh de bibîne, li pêş berdana Demîrtaş de tu asteng namîne.

K24
Top