Daqûq - Ji tirsa DAIŞê çend gundên kurdên Kakeyî hatine valakirin!
Berpirsê PDKê li bajarokê Daqûqê, Hîwa Reşîd ji BasNewsê re got, ji ber gef û metirsiyên DAIŞê gundên Kobanî, Elbû Mihemed, Elî Sera û Zenqer, ku hemû gundên kurdên Kakeyî ne û girêdayî navçeya Dawûde ya bajarê Kifrî ne, hatine valakirin.
Hîwa Reşîd her wiha got, livîn û çalakiyên DAIŞê li wê deverê gelekî zêde bûne û bi şev bi eşkere tên dîtin.
Wî berpirsê PDKê anî ziman ku hêzên Iraqî ji wan ditirsin û tenê li ser rêyan bicîh dibin, naçin nav gundan.
Basnews
