Li Diyarbekirê di rojekê 48 kes bi Koronayê ketin
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ji ber pabendnebûna bi rêkarên xweparastinê, li navçeya Çûngûşê di 24 demjimêrên bûrî de 48 kes bi vîrusa Koronayê ketin. Wan hemûyan jî virus ji pêketiyekî berê vegirtine.
Peyamnêrê me diyar kir, li Diyarbekirê hejmara kesên niha hilgirê vîrusa Koronayê ne, bi ser 100 kesî ketiye. Herwiha heta niha jî dora 40 kesî canê xwe jidest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê amarên bajaran ranagihîne û tenê amarên giştî li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dide, ji ber wê jî nayê zanîn ku amarên Koronayê li bajarên Bakurê Kurdistanê bi çi awayî ne.
Berî çend rojan Serokê Jûra Bijişkan a Diyarbekirê Dr. Mehmet Şerif Demir ji K24ê re ragihandibû, di navbera 500 û 550 kes li Diyarbekirê bi vîrusa Korona ketine.
Peyamnêrê me diyar kir jî, li bajarê Êlihê jî li sê kolanan qedexeya çûnûhatin ji demjimêr 8:00 êvarê û hata 3:00 berbangê hatiye hatiye ragihand û Parêzgarê Êlihê dide zanîn hejmara kesên bi Korona dikevein roj bi roj zêde dibe û daxwaza ragihandina qedexeyê bo tevahiya bajêr dike.
Ev yek di demekê de ye, li 24 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo pêşîgirtin û xweparastina ji vîrusa Koronayê, qedexeya derketina derve ji bo 48 demjimêran hatiye ragihandin.
Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 135 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine û 3 hezar kesan û 689 kesan jî canê xwe jidest dane.
K24
