Berpirsekî Efxanistanê: Pasewanên sînorî yên Îranê 55 koçber avêtin nava çem
Hikûmeta Efxanistanê ragihand, 55 koçberên Efxanî berê xwe dane sînorê Îranê, lê hêzên sînorî yên Îranê ew neçar kirine ku dîsa xwe li çemê Herîrûd bixin û vegerin û di encamê de jî heya niha termên 18 koçberan hatine dîtin.
Bûyerê hefteya derbasbûyî rû daye û Serokê Efxanistanê Eşref Xenî jî ragihand ku wan komîteyekî lekolînan ya 10 kesî pêk aniye û wê lêkolînan li ser wê bûyerê bikin.
Berpirsên Efxanî dibêjin, ew koçber di çemê Herîrud de xeniqîne ku dixwastin ji herêma Hêrat a li rojavayê welat biçin bo Îranê û diyar dikin ku hêzên pasewanên sînorî yên Îranê bi lêdan û îşkenceyê berê wan dane çem ku bi zorê derbas bibin.
Aliyên peywendîdar ên Îranê jî dibêjin, destê hêzên wan di wê bûyerê de tine ye û ew bûyer li nava sînorê Efxanistanê rû daye.
Rudaw
