YE: Destbikar kirina hikûmetê aramiyê vedigerîne
Yekîtiya Ewrûpayê derbarê destbikar kirina hikûmeta nû û Serokwezîrê nû yê Îraqê belav kiriye ku ev yek pêngaveke gelek giringe bo Îraqê.
Di daxuyaniya YEê de behsa vê yekê hatiye kirin ku destbikar kirina hikûmet û Serokwezîrê nû yê Îraqê vê bibe sedema vegerandina aramiyê bo Îraqê û zal bûn bi ser wan kêşe û metirsiyên ku Îraq rastî wan hatiye.
YE tekez li ser vê yekê kiriye ku berdewam dibe li ser kar kirin li gel hikûmet û Serokwezîrê nû yê Îraqê.
