Mazlûm Kobanî pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir
Mazlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twîterê, derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê peyamek belav kir û got, “Em pîrozbahiyê li birêz Mistefa Kazimî dikin ji ber wergertina baweriyê bi kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.”
Fermandarê Giştî yê HSDê amaje bi wê jî kir, “Em hêvîdar in di zûtirîn dem de tevahiya kabîneyê pêk bê, bo ku bibe hikûmeteke çareser û mil bi mile hemû pêkhateyan û gelê Iraqê ber bi aramiyê ve bibe.”
General Mazlûm Kobanî di wê peyama xwe de dibêje, “Em çaverêyî zêdekirina asta hemahengiyê dikin bo zaminkirina şikesta mezin a bi ser terorîstan û vegerandina seqamgiriyê bo niştimanên me.”
Ev jî di demekê de ye ku şeva derbasbûyî, parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan bawerî bi kabîneya Mistefa Kazimî da lê beşek ji wezaretan heta niha yekalî nebûne.
Rudaw
