Kazimî: Bi hemahengiya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê ve pirsgirêkên xwe çareser dikin
Şeva borî 06.05.2020ê parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan ve kabîneya nû ya hikûmeta welat a bi serokatiya Mistefa Kazimî de pejirand.
Di gotarekî ku li Parlamentoya Iraqê de Mistefa Kazimî, li ser bernameya kar a hikûmeta xwe ya ji 8 xalan pêkhatiye axivî û derbarê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê de ragehand, karê serekî yê kabîneya wî amade kirina projeyasaya budceya îstîsnayiye, ku piştî pejirandina wê li parlamentoyê, dewleta Iraqê mafên darayî yên hemû parêzgehên Iraqê û herêma Kurdistanê li berçav re derbas dike.
Serokwezîrê nû yê Iraqê di xaleke din a karê herî serekî ya hikûmeta xwe de amaje bi karkirina bo ragirtina hewsengiya rêjeya pêkhateyên şîe, sunne, kurd, tirkmen, mesîhî û hwd a nav artêşa Iraqê de kir.
Mistefa Kazimî derbarê peyvendiyên hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de jî ragehand, Bexda bi hemahengiya li gel Hewlêrê ve kar dike bo çareser kirina pirsgirêkên hatine cemidandin û rêzgirtin li rêkeftinên navbera herdu aliyan li gor destûrê hatine îmza kirin jî dê hebe.
Basnews
