• Monday, 09 February 2026
logo

Tirkiye ava vexwarinê li ser Hesekê dibire

Tirkiye ava vexwarinê li ser Hesekê dibire
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, careke din ava vexwarinê ya westgeha Elok li ser parêzgeha Hesekî dibire.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar careke din ava vexwarinê ya westgeha Elok ya li Serê Kaniyê li ser tevahiya parêzgeha Hesekî birî.

Westgeha Elok dikeve rojhilatê Serê Kaniyê û ava vexwarinên ji bajar û gundewarê Hesekê dabîn dike. Pêştir jî di meha Sibat û Adara bûrî de artêşa Tirkiyê ava westgeha Elok ji bajarê Hesekê birîbû.

Di wê derbarê de jî, Rêxistina Human Rights Watch ragihandibû, birîna ava vexwarinê ji aliyê Tirkiyê ve, bi taybet piştî belavbûna vîrusa Korona, dê ziyaneke mezin bigihîne xelkê sivîl yê wê navçeyê.

Rêxistina (UNICEF), roja 23 Adara 2020an ragihandibû, qutkirina ava westgeha Elok, ku dikeve navçeyên li jêr kontrola Tirkiyê, jiyana 460 hezar kesî dixe bin metirsiyê.

Top