Berpirsekî YNKê: Em hêvîdar in pêwendiyên me û PDKê germ bibin
Cîgirê berpirsê melbenda YNKê li devera Germiyan, Rehîmd Seîd ji BasNewsê re got, piştî kongireya çarem ya YNKê pêwendiyên YNK û PDKê hinekî sar bûne lê hewlek cidî heye bo nehîştina wê sariyê.
Rehîm Seîd her wiha got, ji xwe çend rojên din polîtburoyên her du partiyan dicivin û pirsgirêkan çareser dikin.
Wî berpirsê YNKê anî ziman ku di vê qonaxê de pêwîstiya kurdan bi yekrêziyê heye û got, niha rewşa Iraqê baş nîne ji ber wê jî nabe pêwendiyên partiyên Kurdistanî xirab bibin, ji ber ku ziyanê digehîne statûya Herêma Kurdistanê. Ji ber wê jî hêvî û daxwaza me ew e pêwendiyên me û PDKê baş û germ bibin.
Beriya niha sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî gotibû, polîtburoyên PDK û YNKê dê roja 9 vê mehê bicivin.
Basnews
